43 madeyê destûra Kurdistanê amadene

kar li ser olê dikin û piştre dê li ser maf û azadiyên aborî, civakî û rewşenbîrî bikin

K24-Navenda Nûçeyan

komîteya amadekirina reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê dêheftiya were bicive û sê babet têne gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyekê de endama Komîteya amadekirina Destûra Herêma Kurdistanê Dr.vala Ferîd ragehand ku roja Yekşmê, 26ê,Tîrmehê dê yekem civîna piştî cejnê were lidarxistin.

Ferîd da zanîn ku ew kar li ser olê dikin û piştre dê li ser maf û azadiyên aborî, civakî û rewşenbîrî bikin.

Berî neha jî endamên Komîteya amadekirina Destûrê Dr.Sîrwan Zehawî ragehandibû ku komîteya wan bi giştî 40 civîn pêkanîne û di encama wan civînan de 43 made hatine pesend kirin.