Penaberên Sûrî rastî nerazîbûna regezperestên Alman tên

Partiya “NBD” ya dijîtiya pêşwasîkirina koçberan dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Almaniya pevçûnên tund di navbera aliyên ku piştevaniya koçberan dikin û yên dijî pêşwaziya koçberan dikin de rû dan.

Bajarê Dresden ya Almanyayê duh “24 Tîrmehê” pevçûnên tund di navbera 200 xwepêşanderên partiya “NBD” ya dijîtiya pêşwasîkirina koçberan dike û navbera dora 350 xwepêşanderên ku piştevaniya koçberan dikin, derket.

Biryar e Dresden 800 penaberên Sûryayê di sê kampan de bicih bike, ku 500 ji wan duh îniyê gihêştibûn wî bajarî.

Ji demekê de kampên penaberên Sûriyê li Almaniya û çend welatên din yên Euripî rastî êrîşên regezperestan tên, ku kiryarên lêdana penaberan û herwiha kamp jî rastî kiryarên guleberdan û şewitandinê dibin.