Zincîreyek teqîn Qamişlo û Serê Kaniyê dihejînin

“7” kes birîndar bûne.

K24-Qamişlo

Zincîreyek teqîn bajarê Qamişlo û Serê Kaniya Rojavayê Kurdistanê dihejînin, di encamê de gelek birîndar ketine.

Demijmêr 9:50 xwekujekî xwe li kolana Xelîc a taxa Kornîş ya bajarê Qamişlo bi otombîlekê de teqand, di encamê de “7” birîndar bûn.

Li bazara pez jî, ku dikeve taxa Cimaayê, teqînek çêbû, di encam de jî “7” kes birîndar bûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî belavkir ku, du otombîlên bombekirî ji aliyê çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ve li bajarê Serê Kaniyê hatin teqandin.

Her du teqîn li navçeyeke nêzîk Til Xenzîrê pêkhatine, heta neha jî zanyariyên derbarê hejmara qurbaniyan de nediyarin.

Heta neha jî ti aliyekî fermî daxuyanî derbarê wan teqînan û ziyanên madî û mirovî yên ku ji encamê ketine, nedaye.