Pêşmerge li Parlamentoya Ewropayê amade dibin

pirsa perwerdeya Hêzên Pêşmerge ji aliyên pisporên leşkerî yên welatên endam di YEyê de yek ji daxwazên Kurdane

K24-Hewlêr

Hejmarek ji Pêşmergeyên Kurdistanê ji aliyê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ve hatine vexwendin û biryare heftiya bê jî li avahiyê wê amade bin.

Nûnerê Hikumeta Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî ragehand ku heşt fermandeyên leşkerî ji Pêşmergeyan wê beşdariyê di civîna Parlamentoya Ewropayê de bikin û “behsa kêmasiyên xwe û pêwîstiya wan ji çekên giran re bikin.”

Ajgeyî diyar kir jî ku pirsa perwerdeya Hêzên Pêşmerge  ji aliyên pisporên leşkerî yên welatên endam di YEyê de yek ji daxwazên Kurdane.