Herêma Kurdistanê daxwaza rawestandina êrîşên Tirkiyê dike
Felah Mistefa rawestandina agirbestê ji aliyê PKKê ve jî rexne kir
K24 – Hewlêr
Berpirsyarê pêwendiyên derve di hukûmeta Herêma Kurdistanê de ji Tirkiyê daxwaz kir êrîşên ezmanî yên li dijî pêgehên PKKê li Başûrê Kurdistanê rawestîne.
Felah Mistefa di serdana xwe ya ji Amerîka re îro 1 Tebaxê ji rojnamevanan re ragehand û daxwaz ji Tirkiyê kir ku operesyonên li dijî pêgehên PKKê li Başûrê Kurdistanê rawestîne.
Mistefa biryara rawestandina agirbestê ji aliyê PKKê ve jî rexne kir û daxwaza çareseriyeke aştiyane ji pirsgirêkê re kir, herwiha êrîşên Tirkiyê yên ezmanî jî bi berzkirina pirsgirêkê wesif kir. Ji her du aliyan jî xwast ku vegerin agirbestê.
Ji aliyê xwe ve Mistefa helwesta Tirkiyê bi tevlîbûna Hevpeymaniya Navdewletî li dijî rêxistina “DAIŞ”ê nirxand.