Tirkiyê: Şerê berfereh li dijî DAIŞê destpê dike
Firokeyên Amerîkî digehine Incirlikê
K24- Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyayê ragehand ku, di demeke nêzîk de wê ji Incirlikê şerê berfereh li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) destpê bike.
Mevlut Çavuşoglu îro, 5ê Tebaxê, ji tevelîzyona fermî ya Tirkiyê re ragehand ku, di demeke nêzîk de firokeyên şer û firokeyên bêyî firokevan ên Amerîkî digehine binkeya leşkerî Incirlikê.
Gehiştina wan firokeyan piştî tevlîbûna Enqerê ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê re û rêkeftinekê ligel Washingtonê, di dawiy meha borî de, tê.
Çavuşoglu eşkere kir jî ku “Di nêzîk de ew firoke digehin, em dê şerekî berfereh li dijî Dewleta Islamî li Sûriyê destpê bikin.”