Siûdiyê: Esed bi aştiyê yan bi şer be dê her rabe
Rûsya jî tekez li ser helwesta xwe dike
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê tekez kir ku, Esed beşek ji krîza Sûriyê ye û “bi şer yan bi aştiyê be dê her rabe.” Hevşanê wî yê Rûsî jî radigehîne “bila eglê Sûriyê biryar bide.”
Piştî bidawîhatina civîneke du alî îro, 11ê Tebaxê, li Moskoyê, Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê Adil Cibêr û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov konferensekî rojnamevanî li dar xistin.
Cibêr û Lavrov balkişaninde ser krîza Sûriyê û diyar kirin ku, her du alî li ser vê pirsê cuda ne.
Di vê derbarê de Lavrov got: “Em li ser çarenivîsa Beşar Esed cuda ne. Helwesta me jî ew e ku pêwîste gelê Sûriyê bi rêya danûstanê biryar li ser hemû pirsên qonaxa veguhez bide.”
Adil Cibêr jî tekez kir ku helwesta Erebistana Siûdiyê nehatiye guhetin û “divê desthilateke veguhez û hikûmetek veguhez ku cihê Esed têde neb” li Sûriyê were pêkanîn.
Siûdiyê planek bo krîza Sûriyê amade kiriye
Adil Cibêr li ser rûpela xwe ya taybet a Twitterê amaje bi 4 xalan bo çareserkirina krîza Sûriyê kiriye.
Cibêr da zanîn ku ew herçar xal ligel wezîrên derve yên Elmanya û Îtalyayê di du rojên borî de gotûbêj kirine.
Cibê xalên wê plane bi vî rengî ragehandine:
Helwesta Erebistana Siûdiyê derbarê çareseriya siyasî ji krîza Sûriyê re, ew jî li ser bingeha prensîpên Cenêv1, bi rêya avakirina destyeke veguhez a hikumraniyê.
Parastina yekîtiya Sûriyê ya niştimanî û herêmî, herwiha parastina saziyên dewleta Sûrî yên sivîl û leşkerî, ji bo rêvebirina karûbarên welat.
Çûna Beşar Esed û di her çareseriyekê de ti rol jê re nebe, ji ber ku ew sedema sereke ya têkana Sûriyê û belavbûna rêxistinên terorsît li wê deverê (DAIŞ) ye.
Divê Îran hemû hêzên xwe ji axa Sûriyê vekişîne, di nav wan de hêzên Hibullah ya alîgira wê, ji ber ku nabe Îrana ku beşek ji arîşeyê bibe beşek ji çareseriyê.