Polîsên Tirkiyê 23 kesên ku dixwestin herin nav DAIŞê girtin

Yên hatine girtin biyanî ne û di nava wan de jin û zarok jî hene

K24-Navenda Nûçeyan

Polîsên Tirkiyê li navçeya Elbeylî ya bajarê Kîlîsê di encama operasyonekê de 23 kesên biyanî yên ku dixwestin herin nav DAIŞê, girtin.

Polîsên Lijneya Tekoşîna li Dijê Terorê li navçeya Elbeylî ya ser sînorê Suriyê 23 kesên xelkê Rusya, Ukrayna, Turkistana Bakûr û Libyayê ku dixwestin sînor derbas bikin, girtin.

Di nava van kesan de jin û zarok jî hene. Kesên hatine girtin piştî kontrola pizişkî ji bo lêkolînê şandine Mûduriyeta Ewlekariya Kilisê. 

Tirkiye bi teybet piştî peymana ligel Amerîkayê ewlekariya sînorên xwe hişk kir û beriya niha jî di çendîn operasyonan de kesên dixwestin herin nav DAIŞê destgîr kirin.