Tirkmen û Xirîstyan: Aliyên siyasî mafên me binpê dikin

rêz li wan negirtine û mafên pêkhateyan binpê dikin

K24-Hewlêr

Her du pêkhateyên Tirkmen û Xirîstyan radigehînin ku, aliyên siyasî di komîteya amadekirina destûra Herêma Kurdistanê mafên wan “binpê“ dikin û nûnerên xwe ji wê komîteyê vekişandin.

Di daxuyaniyekê de berpirsa lîsteya Pêşkeftina tirkmenan Mûna Qehwecî duh,11ê Tebaxê, ragehand ku frakesyonên beşdar di komîteyê de “rêz li wan negirtine û mafên pêkhateyan binpê dikin.”

Qehwecî da zanîn ku ”tenê nûnerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi 7 endamên xwe piştgiriya daxwazên pêkhateyan dikin lê aliyên din li dijî mafên wan derdikevin, “lewma me biryar da em xwe ji komîteyê vekşînin.”

Ji aliyê xwe ve jî nûnera pêkhateya Aşorî Dr.Mûna Yuxene di daxuyaniyekê de ragehand ku, heta neha endamên komîteya amadekirina destûrê “me weke mêvan li ser axa Kurdistanê dibînin, herwiha mineta xwe li me dikin tevî ku mafê me mafekî rewaye li gor rêkeftin û peymanên navdewletî.”

Perlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya 20ê Gulana sala 2015 an de, endamên komîteya amadekirina destûra Herêma Kurdistanê hibijart, ku ji 21 endaman pêk tê.