Li Etmê 12 çekdarên el-Nusra hatin kuştin
Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî girên Etmê bombebaran dike
K24-Navenda Nûçeyan
Firokeyên hevpeymaniya navdewletî girên gundê Etmê yên beramberî navçeya Cindirêsê bombebaran dikin û 12 çekdarên Eniya el-Nusra dikuje.
Li gor çalakvanên meydanî yên herêma Efrînê ji K24ê re ragehandin ku, şeva borî, 11ê Tebaxê, firokeyên hevpeymaniya navdewletî pêgehên Eniya el-Nusrayê li girên Etmê bi şeş rokêtan bombebaran kirin.
Derbarê ziyanên ku ji encama bombebarnê ketine de, çalakvanan dan zanîn ku 12 çekdarên Eniya el-Nusrayê hatin kuştin, herwiha bi dehan jî birîndar bûn.
Ji 30ê Tîrmehê ve Eniya el-Nusrayê êrîşî gundên Dêwa û Dêr Belûtê yên li navçeya Cindirêsê ya ser bi herêma Efîrnê ve kirin. herwiha heta niha car caran şer û pevçûn di navbera wan çekdaran û YPGê de derdikevin.
Gundê Etmê bi ser parêzgeha Idlibê ve ye û di sînorê Herêma Efrînê yê başûrê rojava de ye, ji sala 2012an de kampeke penaberan lê hate vekirin û niha girên Etmê bi dest çekdarên Eniya al Nusra de ne.