Barzanî: Manorên leşkerî li Hewlêrê qedexe ne

Parzêgarê Hewlêrê daxuyaniyekê belav dike

K24-Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê ferman da ku nabe ti  dezgeheke fermî manorên leşkerî li nava bajarê Hewlêrê rêbixe.

Di daxuyaniyeke de Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî îro, 12ê Tebaxê, ragehand ku “bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê nabe ti dezgeheke fermî manorên leşkerî li nav bajarê Hewlêrê li darbixe û bi hemû şêweyan ew yeke qedexeye.”

Di çend rojên borî de çend otombêlên leşkerî di nava bajarê Hewlêrê hatinûçûn dikirin û daxwaz dikirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di posta xwe de bimîne.