Li Îzmîrê penaberên Suriyê digrin û dişînin kampan
Penaber ji Îzmîrê ve bi rêya deryayê diçin welatên Ewropa
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Îzmîra Tirkiyê polîs rê nadin ku penaberên ji Suriyê bêne nav bajêr û yên nav bajêr jî digrin û dişînin kampan.
Bi fermana Walîtiya Îzmîrê polîsan li ser rêyên Îzmîrê xala pişkînînê danîn û rê nedan ku penaberên ji Suriyê bêne nav bajêr.
Herwiha polîsan li nav bajêr jî penaberên ku li parkan, baxçeyan, kolan û kargehan dimînin kom kirin û şandin bajarên ku kampên penaberan lê hene.
120 penaberên ku li yarîgaha Ataturk hatibûn ragirtin jî şandine kampa penaberan a li bajarê Mêrdînê.
Eve demeke bajarê Îzmîrê bi hejmara zêde yê penaberên ji Suriyê dikeve rojevê. Penaber ji Îzmîrê ve bi rêyên qaçax diçin welatên Ewropayê.