Artêşa Tirkiyê bîlançoya şer yên 2 rojan radigehîne

Artêşa Tirkiyê radigehîne ku, di êrîşên 2 rojan li ser pêgehên PKK, 29 gerîla şehîd bûne.

K24- Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê radigehîne ku, di êrîşên 2 rojan li ser pêgehên PKK, 29 gerîla şehîd bûne.

Serokatiya erkanên Artêş Tirkiyê duh, 22 Tebaxê, di daxuyanekê de ragehand ku di êrîşên 20-21ê Tebaxê bo ser pêgehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ên li Başûrê Kurdistanê 29 gerîla şehîd bûne.

Herwiha daxuyaniyê eşkere kir ku di operesyonên leşkerî yên bijayî de li Bakurê Kurdistanê li “Olo Dire” ya Şirnaxê roja 22 Tebaxê 12 gerîle şehîd bûne.

Ji aliyekî din ve, daxuyaniyê diyar kir ku di 3 leşkerên Tirk di operesyonên PKKê de birîndar bûne.