Amrîka dê pêşwaziya 8 hezar penaberên Sûrî bike

NY doseya 15 hezar penaxwazan radestî Amerîkayê kiriye û niha lêkolîn li ser wan tên kirin

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku, di sala 2016 de ew dê pêşwaziya (5-8) hezar penaberên Sûriyê bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby duh, 24ê Tebaxê, ragehand ku welatê wî ji destpêka krîza Sûriyê ve çar milyar dolar weke alîkariyên mirovî pêşkeşî penaberên Sûriyê kiriye.

John Kirby ekşere kir jî ku, welatê wî plan kiriye ku di sala 2016an de ji 5 hezat heta 8 hezar penaberên Sûriyê pêşwazî bike. 

Kirby diyarkir ku NY doseya 15 hezar penaxwazan radestî Amerîkayê kiriye û niha lêkolîn li ser wan tên kirin.

Berî niha Komisyona Bilind a Penaberan ragehandibû ku hejmara penaberên Sûriyê çar milyon derbaskirniyee û piraniya wan di rewşeke xirab de dijîn. 

Komisyonê daye zanîn ku ji bilî wê hejmarê 7 milyon û 600 hezar di nava Sûriyê de jî derbiderin.