Zanîngeha Dîcleyê xwendekarên doktoraya kurdolojiyê werdigre
Serê salê dest bi xwendina doktorayê dikin
K24- Amed
Di dîroka Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de cara yekê ye ku zanîngehekê bernameya doktoraya kurdolojiyê da destpê kirin.
Li serê salê tê çaverêkirin ku Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê yekem xwendekarên xwe yên doktoraya kurdolojiyê bigirin. Berpirsên Zanîngehê diyar kirin ku ew ji bo perwerdeyê amade ne.
Wek tê zanîn li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ti kesên xwedanên doktoraya kurdolojiyê nînin lê bernameya doktoraya kurdolojiyê dê bê destpê kirin. Li gor berpirsê kurdolojiyê ev yek ne arîşe ye.
Prof. Dr.Hasan Karacan ku Berpirsê Beşa Kurdolojiyê ya Amedê ye ji K24ê re diyar dike ku, divê perwerdeyeka bi sîstemeka akademîk a nûjen çêbibe û perwerdeyeka ji perwerdeya medreseyên Kurdistanê cudatir bê dayin ji bo wê jî kurdolog lazim in.
Li Bakurê Kurdistanê, hikumeta hingê ji beriya 5 salan ji bo pêvajoya çareseriyê cara yekê li Mêrdînê, li zanîngeha Artûklûyê beşa kurdolojiyê vekir û heta niho li 5 Zanîngehan Beşa Kurdolojiyê hatiye vekirin.