Zeyneb Celaliyan ji hemû mafan hatiye bêparkirin
Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan niha rewşa wê ya tendirûstî nebaş e û ligel ku daxwaz jî kiriye lê rayedarên girtîgehê rê nadin ku biçe nexweşxaneyê.
Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan niha rewşa wê ya tendirûstî nebaş e û ligel ku daxwaz jî kiriye lê rayedarên girtîgehê rê nadin ku biçe nexweşxaneyê.
Li gor raporteke Komeleya Çalakvanên Mafê Mirov a Îranê, girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku 8 sal e di girtîgeha bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê de ye, ligel nexweşiya hinavê niha nexweşiya çavan jî pêre çêbûye û rayedarên Îranê rê nadinê daku li derveyî girtîgehê biçe doktor. Herwiha hevdîtina heftane ya ligel malbatê jî lê hatiye qedexekirin.
Li gor heman raportê, karbidestên girtîgehê û dadweriya hikûmeta Îranê nehiştine ku Celaliyan bi mebesta çareseriyê biçe nexweşxaneyê li derveyî girtîgehê, di demekê de metirsî heye bi tevahî bînahiya çavên xwe wenda bike.
Zeyneb Celaliyan, sala 1983ê li bajarokê Mako yê ser bi Urmiyê ji dayîk bûye. Di sala 2006ê de ji aliyê karmendên Îtlaata bajarê Kirmanşan ve hat girtin û bi tohmeta dijayetîkirina Xwedê û endambûna partiyeke dijî Komara Îslamî ya Îranê hat dadgeh kirin û cezayê îdamê jê re hat birîn û piştre hat guhertin û cezayê heta hetayê li ser hat ferzkirin.