Dîmenên esmanî yên azadkirina Şingalê

Wezareta Berevaniyê ya Emerîkayê dîmenên esmanî yên azadkirina Şingalê belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê  ya Emerîkayê dîmenên esmanî  yên azadkirina Şingalê belav kir.

Şengal di encama operasyona 2 rojan de ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ve hat rizgar kirin. Hêzên hevpeyman jî bi balafirên şer tevlî operasyonê bûn û piştevaniya rizgarkirina Şengalê kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Emerîkayê îro dîmenên operasyona esmanî belav kir. Di dîmenan de xuya dike ku hêzên hevpeyman cihên stratejîk ên DAÎŞê û çavkaniyên wê yên aborî û lojîstik kirine armanc.

Rizgarkirina Şengalê operasyona herî mezin e ku heta niha li dijî DAÎŞê hatiye kirin û herwiha wekî destpêka rizgarkirina Parêzgeha Misûlê jî tê nirxandin.