Encûmena Asayîşê plana teqînekê li Hewlêrê pûç kir

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragehand ku encamderên teqîna Dubiz hatine girtin û plana teqînekê jî li Hewlêrê hatiye pûçkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragehand ku encamderên teqîna Dubiz hatine girtin û plana teqînekê jî li Hewlêrê hatiye pûçkirin.

Encûmena Asayîşê di daxwiyaniyeke vîdeoyî de ku kopiyek ji K24ê re hatiye şandin, girtina encamderên teqîna Dubiz ragehand û lixwemikurhatina tawanbaran jî belav kir.

Di lixwemikurhatinê de eşkere dibe ku 3 endamên DAIŞê xwestine li bajarê Hewlêrê teqînekê bikin.