Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî karwaneke din dişîne Kobanê
Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî dehemîn karwanê xwe yê alîkariyan gehandin bajarê Kobanê yê rojavayê kurdistanê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî dehemîn karwanê xwe yê alîkariyan gehandin bajarê Kobanê yê rojavayê kurdistanê.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro 18 Mijdarê, dehemîn karwanê xwe yê alîkariyan ku ji sed û bîst tonên ard pêk dihat, gehandin bajarê Kobanê yê rojavayê kurdistanê.
Ew alîkarî bi hevkariya rêxistya LDS ya Emerîkî hatine gehandin û bi ser xelkê wî bajêrî de tê parvekirin.
Berpirsyarê beşa alîkariyan li wê dezgehê Îsmaîl Ebdul Ezîz tekez jî kir, ew bi berdewamî bi rêxistyên cîhanê re di têkliyan de ne, da ku alîkariyên bêtir ji xelkê kobanê re garantî bikin.
Di demekê de ku bi sedema şerê DAIŞê, jêrxana abûrî ya bajêrê kobanê rastî rxandinê bûye û piştî azadkirina wê ji aliyê hêzên Kurdî ve bi hevkarya firokeyên hêzên Hevpeymana Navdewletî, Rêxistya Xêrxwaziya Barzanî bi berdewamî hewcedariyên rojane û alîkaryên mirovantî dgehîne wî bajarî.