Polîsên Tirkiyê hevşaredarên Têkorê digrin

Herwiha çend xebatkarên din ên şaredariyê girtin e

K24- Navenda Nûçeyan

Polîsên Tirkiyê hevşaredarên navçeya Têkorê ya Qesrê girtin.

Li gor ku di medyayê de belav bûye, polîsên maliyê çend roj berê bi ser şaredariyêa Têkorê de girtibûn û hevşaredar Ekrem Bîngul û Şengul Erkmen û çend xebatkarên din ên şaredariyê binçav kiribûn.

Piştî karûbarên li rêveberiya polîsan qediya ew derxistin dadgeha Têkorê. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew şandin dadgehê.