Kantona Cezîrê yaseya Desteya Temîzê pesend dike

Encûmna Zagonsaz li Kantona Cezîrê yaseya Desteya Temîzê, di cevîna xwe ya 46emîn de pesind kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmna Zagonsaz li Kantona Cezîrê yaseya Desteya Temîzê,  di cevîna xwe ya 46emîn de pesind kir.

Encûmna Zagonsaz li Kantona Cezîrê yaseya Desteya Temîzê îro 21 Mijdarê, ango dûbare nerînîn li biryara dadgehê pesend kir.

Li gor yaseyê Desteya Temîzê dê carek din biryarê bide  li ser dozên ku pêwistya wan bi şopandinê hene yên ku berê  ji dîwanên dadperweryê hatine standin.

Yasaya Temîzê û pergala Encûmena Dadweriya Civakî, ji 4 bendên sereke, Danasîn, Erk û Mîkanîzma Cibibîkirinê, Mercên Endametiyê û Desteya Cibicîkar pêk tê.

Tê çaverêkirin ku hevserokatiya Kantona Cezîrê pesend bike, heya ku ev yasa bibe yasayeke fermî û kar bê were kirin.