Barzanî: civîna îro destpêkeke nû ye ligel YNKê

Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro li Hewlêr civiyan.

K24 – Hewlêr

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) derbarê krîza siyasî ya Herêma Kurdistanê îro li Hewlêr lihev civiyan.

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Desteya Kargîrî ya Polîtbîroya YNK Mela bextiyar di dawiya civîna Îro 22 Mijdarê de, konferanseke rojnamevanî derbarê naveroka civînê de lidar xistin û civîn bi girîngî û wek destpêkeke nû di navbera YNK û PDKê de binav kirin.

Nêçîrvan Barzanî ragehand ku , dê civînên din legel YNK hebin, herwiha YNK çend pêşniyar bo çareserkirina pirsgirêkan bo PDKê anîne. Got jî ku civîna îro destpêkeke nû ye ligel YNKê.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn jî ku, di civînê de li ser yekrêziya navmala Kurdî hevnêrîn bûne. Herwiha behsa pêwendiyên YNK û PDK û ligel aliyên din jî hate kirin,ku bo vê qonaxê pêwîstiya wan bi karên havbeş heye û berpirsiyaryetiya PDK û YNK ji ya aliyên din zêdetir e, YNKê jî hevbeşekî sereke ye di hikumraniya Herêma Kurdistanê de.

Mela bextiyar jî di konferanse rojnamevaniyê de got ku: “Ne em û ne PDKê hevpeymaniya stratîjîk ya di navbera me de hilnaweşînin, lê pêwîst e li ser bingehên nû rê bikevin.”