CHP: Baweriya gel bi siyasetmedar û parlamentoyê nemaye

Berpirsekî CHPê dibêje, gel ji kolandina xendekan bêzar bûye û her kuştinek cudahiyê di navbera Enqere û Kurdan de zêdetir dike.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Berpirsekî CHPê dibêje, gel ji kolandina xendekan bêzar bûye û her kuştinek cudahiyê di navbera Enqere û Kurdan de zêdetir dike.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrikulu tevî şandekê, îro 22 Mijdarê, çû Nisêbîna ku ev 10 roj in qedexeya derketina kolanan lê hatiye ragêhandin û li wê derê lêkolîn pêkanîn. 

Tanrikulu got ku, gel ji kolandina xendekan bêzar bûye û hêzên ewlehiyê jî ji ber xendekan bi çavên dijminatî li wan dinêrin.

Tanrikulu da xuyakirin ku, bûyerên kuştinê cudahiyê di navbera gelê herêmê û Enqereyê de zêdetir dike û baweriya gel êdî bi siyasetmedar û parlamentoyê namîne. 

Tanrikulu da zanîn, li navçeyê operasyon bênavber didomin û heta niha 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û wisa tê xuyakirin ku ev qedexe wê heta 3 - 4 rojên din jî bidome