HDP xweseriya demokratîk girîng dibîne
Kongreya Demokratîk a Gelan, li Stenbolê derbarê xweseriya demokratîk de panelekê li dar xist. Gelek siyasetmedar, civaknas û nivîskar beşdarî panelê bûn. Beşdar ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hizr û ramanên xwe gotin.
K24 – Stanbol
Kongreya Demokratîk a Gelan, li Stenbolê derbarê xweseriya demokratîk de panelekê li dar xist. Gelek siyasetmedar, civaknas û nivîskar beşdarî panelê bûn. Beşdar ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hizr û ramanên xwe gotin.
Hevşaredarê Amedê Firat Anli, di proseya aştî de bal kişand li ser girîngiya xweseriya demokratîk û wiha ji K24ê re axivî: “Dewlet pirsgirêkên me çareser nake, divê civak û gel rêxistina xwe ava bike û xurtir bike.”
Anli got jî: “Dewleta navendî ya Tirkiyê 90 sal in hinek pirsgirêk hene ku çareser nekiriye. Îro jî pirsgirêkên Kurdan, pirsgirêkên Elewiyan û pirsgirêkên din berdewam in. Ji bo safîkirina pirsgirêkan hewlên me hene û ji bo vê helbet têkiliyên me bi Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê re jî pêk were. Di vir de hebûna dewlet jî nayê redkirin helbet wê dewlet hebe lê pêwîst e dewlet li gor daxwaza gel gav biavêje û xebatên xwe bike.”
Parlamenterê berê yê HDP'ê Demir Çelik diyar kir ku ji bo proseya aştiyê baweriya wan heye û muzakereyekê ji nû ve wê dest pê bike, û got: “Baweriya me ew e ku Kurd û Kurdistan, ji nasnameya xwe, ji zimanê xwe, ji statû û xweseriya xwe tawîzê nadin. Ji îro pê ve êdî dewleta Tirk daxwazên Kurdan dê qebûl bike. Pejirandina dewleta Tirk hem ji bo aştî û azadiya gelan hem jî ji bo jiyaneke bi rumet baş dibe.”
HDPê, di proseya aştiyê de xweseriya demokratîk wek pêşniyazeke krîtîk û girîng dibîne, lê hikûmeta Tirkiyê dûrî vê yekê ye.