"Bê agahdarkirin geştên Kurdistanê hatine ragirtin"
Rêvebera Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayeq, bal kişand ser ragirtina geştên esmanî yên firokexaneyên Kurdistanê û got: "Sedem biryareke hikûmeta Iraqê ye."
K24 – Hewlêr
Rêvebera Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayeq, bal kişand ser ragirtina geştên esmanî yên firokexaneyên Kurdistanê û got: "Sedem biryareke hikûmeta Iraqê ye."
Derbarê ragirtina geştên esmanî yên firokexaneyên Kurdistanê de, Rêvebera Firokexaneya Hewlêrê Telar Fayeq îro di civîneke çapemeniyê de agahî dan û da zanîn ku ji ber derbasbûna mûşekên Rûsî bi ser esmanê Îraqê re geştên firokexaneyên Kurdistanê hatine rawestandin.
Telar Fayeq diyar kir armanc silametiya cane geştyaran e û wiha axifî: "Berî ku demek berê em bên agahdar kirin, Bexdayê ev biryara han daye. Lê metirsî heye ku mûşekên Rûsî li firokeyan bikevin. Loma ragirtina van hemû hêlan di berpirsyariya hikûmeta Bexdayê de ye û ji doh êvarê ve em hatine agahdarkirin û heta niha tiştekî din ji me re negotine."
Telar Fayeq got, Bexdayê tekez kiriye ku rê bi firîna firokeyên sivîl nayê dayîn û tenê firokeyên leşkerî dikarin bifirin û axaftina xwe wiha qedand: "Beşek ji sedema ragirtina hêlên esmanî yên Kurdistanê ew e ku eger firokeyek ji Tirkiyê bixwaze di esmanê Kurdistanê re derbas bibe bo Bexdayê dive di ser 30 hezar pê bilindahiyê ve be û pêdiviya vê jî bi agahdarkirina pêşwext heye û ji ber vêna jî çend geştên me rawestiya ne."