Hêzên Sûriyeya Demokratîk du gundên din kontrol kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk 2 gundên ser bi Hesekê rizgar kirin û şerê di navbera wan û çekdarên DAIŞê de berdewam e

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk 2 gundên ser bi Hesekê ve rizgar dikin û şer û pevçûn di navbera wan û çekdarên DAIŞê de berdewam in.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro 24 Mijdarê, ragihand ku, piştî kontrolkirina fewca Mêlebiyê ya li başûrê parêzgaha Hesekê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, şer di navbera hêza navborî û çekdarên DAIŞê derket û ta niha jî berdewam e.

Herwiha Rewangehê diyar kir ku, firokeyên şer yên hevpeymaniya navdewletî bi berdewamî ew navçe bombebaran dikin. 

Rewangehê da zanîn jî ku, hêzên Sûryeya Demokratîk piştî şerekî tund karîne gundên Bab el-Xêr û navçeya el-Keramê kontrol bikin û dest danîn ser gelek çek û teqemenî.