Evdilhemîd Hecî Derwêş disan bû Sekreterê Partiya Pêşverû

Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê careke Ebdulhemîd Hec Derwîş wek sekreter kongreya 14emîn de hilbijart.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê careke Evdilhemîd Hec Derwîş wek sekreter di kongreya 14emîn de hilbijart.

PDPK-Sê roja 20 vê mehê li Amûdê kongreyê xwe yê 14emîn bi beşdarbûna gelek partiyên Kurdistanî ji Rojava û Başûrê Kurdistanê, herwiha 250 endamên wê partiyê û di bin diruşma “berve cîbicîkirina mafên netewî yên gelê Kurd di Sûriyeyeke demokratîk de” birê ve bir.

Di daxuyaniya dawiya kongreyê de hatiye ku, bi tevaya dengan Evdilhemîd Hec Derwîş carek din bo sekreteriya Partiya Pêşverû hate hilbijartin.

Hweriha Partiya Pêşverû tekezî li mayîna xwe di nav rêzên Ençûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de kir, tekezî jî li nûnertiya xwe di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de kir.