Bi vîdeo…Pêşhatên dawî li Nisêbînê
Polîsan qedexeya çûn û hatinê hilweşandin, lê hê xelik bi tirs û guman e.
K24- Nisêbîn
Peyamnêrê K24 li Nisêbînê got ku, heta niha xelkên navçeyên ji asayîbûna rewşê nepiştrast in û tirsa wan ji wê yekê ye ku carek din qedexeya çûn û hatinê were ragehandin.
Piştî çend rojan ji derketina biryarê, îro, 26ê Mijdarê, hêzên ewlekariyê biryara qedexekirina çûn û hatin li Nisêbînê hilweşandin.
Ev yek di demekê de ye ku, di heyama 2 heftiyên borî de 9 welatî li Nisêbîna Bakurê Kurdistanê bi guleyên polîsan hatine kuştin û 20ê din jî birîndar in.