Gelo dewlet bi Ocalan re hevdîtinan dike yan na?
Daxuyaniyên Parlamenterê AKPê yê Diyarbekirê Galip Ensarioğlu ku “Dewlet bi Ocalan re hevdîtinan dike” bi kelecanî hate pêşwazî kirin lê belê Cîgirê Serokê Koma HDPê İdris Baluken got ev îdiayeke bê bingehe.

K24 - Enqere
Daxuyaniyên Parlamenterê AKPê yê Diyarbekirê Galip Ensarioğlu ku “Dewlet bi Ocalan re hevdîtinan dike” bi kelecanî hate pêşwazî kirin lê belê Cîgirê Serokê Koma HDPê İdris Baluken got ev îdiayeke bê bingehe.
Parlamenterê AKPê yê Diyarbekirê Galip Ensarioğlu di hevpeyvîneke ligel BBC Tirkî de şertê jinûvedestpêkirina prosesa aştiyê nirxand. Galip Ensarioglu got ji bo proses destpê bike divê PKK dest ji hebûna xwe ya çekdarî berde.
Ensarioglu di heman hevpeyvînê de îdia kir ku dewlet hevdîtinên xwe yên bi Ocalan re berdewam dike: “Di prosesê de gelek alozî derketin. Lê di wê prosesê de hevdîtin berdewam bûn û li ser wan hevdîtinan Ocalan gelek caran bi awayekî eşkere fikrên xwe radigihand. Em hewl didin pozisyona Ocalan a çalak biparêzin.”
Cîgirê Serokê Koma HDPê İdris Baluken li parlamentoyê bersiv da van îdiayên û got rastiya van îdiayan tuneye: "Daxuyaniyên wî nerast in. Tu hevdîtin di navbera Ocalan û dewletê te pêk nayên. Hevdîtineke wiha tune ye. Ocalan di bin şertên giran ên tecrîtê de ye.. Divê yekser îzolekirina li ser Ocalan rabe û rêya Îmraliyê careke din vebe.”
Ev demeke dirêj e bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk nayên û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê her tim bo vê yekê nerazîbûna xwe tînin ziman. Bi van daxuyaniyên Ensarioglu li Tirkiyê, niqaşên mezin destpê kirin. Heta ku ji rayedarên berpirs ên dewletê derbarê vê yekê de daxuyaniyek were dayîn, ev mijar wê gelekî were niqaşkirin.
