Pêşniyara guhertina destûrê bû sedama nerazîbûnê
Peşniyara guhertina “Destûra Biçûk” a Serokwezirê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, bû sedema nerazîbûna partiyên mixalefetê.
K24 – Enqere
Peşniyara guhertina “Destûra Biçûk” a Serokwezirê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, bû sedema nerazîbûna partiyên mixalefetê. Mixalefet dibêje ew bo gotûbêjên li ser mijarê amade ne lê ev pêşniyara Davutoglu pirsgirêkan çareser nake.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi daxuyaniyekê ragehand ku ew ê hinek xalên ku li ser lihevkirin pêk hatiye wek Destûreke Biçûk pêşniyarî mixalefetê bikin. Davutoglu bo hefteya li pêşiya me amadekariya wê yekê dike ku bi mixalefetê re vê mijarê gotûbêj bike lê belê mixalefetê ji niha ve helwesta xwe aşkere kir.
CHPê pêşniyara Serokwezîr rexne kir û got pêwîstiya Tirkiyê bi avêtina gavên bo demokratîkbûnê heye. Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Koma CHPê Levent Gok got: "Em wekî CHPê bi helwîsteke wiha tevdigerin ku azadî û mafên rewa ên mirovan werin berfirehkirin, rayeyên desthilatdariyê jî werin kêmkirin û kontrolkirin. Wekî dî em ji pêşniyarên ku helwêsta hikûmetê ya dîktatorî û otoriter re nabêjin erê."
Partiyên Mixalefetê îdia dikin ku hikûmet rojbiroj ji zelalbûnê dûr dikeve û di mijara têkoşîna li dijî gendelî, azadiya çapemeniyê û azadiya mafê mirovan de jî bi paş dikeve.
Cîgirê Serokê Koma HDPê İdris Baluken derbarê pêşniyara guhertina nû ya desturê de got ku tiştekî eşkere nîn e nizanin armanca hikûmetê çiye: "Ev 60 xal bo pirsgirêkên sereke yên Tirkiyê nabin çareserî. AKP van xalan careke din tîne rojevê ku bendewariya ji Destûra Nû kêm bike. Divê xebatên partiyên mixalefetê yên li ser vê mijarê li ber çavan bên girtin."
Rayedarên AKPê dibêjin ew amade ne ku li ser hemû xalên di komisyona guhertina destûrê de hatine gotûbêjkirin guhertinan bikin. Herwiha tê çaverêkirin ku di vê çarçoveyê de, ji dêvla “Pergala Serokatiyê” “ Modela Serokkomariya bi Partî” were rojevê.