Firokeya Putin a taybet
K24- Navenda Nûçeyan
Firokeya Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin ya bi navê (Rûsya) bûye cihê girîngiya medyayê di dema dawiyê de.
Firoke ji curê L-96-300 B ye, navê wê jî (Rûsya) ye, ku wek nimûneyekî biçûk ji dîwana serokatiya Rûsyayê (Kremlin)ê ye.
Firokeya Putin ji çend beşan pêk tê ku ew jî evin: Ofîsa Putin, salonek berfereh ji bo mêvanan, odeya civînan, odeya werzişê, xwraingeh, bar, twalêt (WC) û odeya xizmetguzariyên pizîşkî.
Herwiha di nava firokeyê de alavên pêwîst bo rêvebirina karê dewletê wek pêwendiyên elektronî hatine danîn.
Putin dikare bi rêya firokeya xwe, her nameyekê bişîne cihê ku dixwaze bêyî ku kes naveroka wê aşkere bike.






