Li hemberî krîza Rusyayê ya gazê çareseriya bi sergînan

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli got; "Zehmetiya vî gelî kişandiye bes e. Bila êdî sergîn li qesrê werin şewitandin, bila êdî qesir bi sobeyan germ bibe."

K24 – Enqere

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli bersiv da gotinên Serokkomar Erdogan ên wek “beriya niha gaz tunebû. Gelê me gelek zehmetî kişandiye û dikare bêhtir jî bikşîne”.

Devlet Bahçeli got; "Zehmetiya vî gelî kişandiye bes e. Bila êdî sergîn li qesrê werin şewitandin, bila êdî qesir bi sobeyan germ bibe."

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli li ser Twîttirê derbarê aloziya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de û rêgiriyên ku Rûsya ragihandine, fikrên xwe anîn ziman.

Bahçeli di Twîta xwe de got; "Ka digotin, wê tu bajer nemîne ku gaz lê nebe, ka digotin Ayşo Xanimê têkeve rehetiyê, wê ew derd nemîne ku ji jêrzemînê komirê bikişîne… kanî çi bû ? Vegeriya berê. Ne niha jî dibêjin; “ma em bi gazê mezin nebûn. Ev gel bo elimiye zehmetiyê.” Ew jî ne bese dibêjin ger pêwîst bike em ê sergîna bişewitînin. Heta ku ev neheqî nebe cihê pirse, heta ku ev neheqî neyê hizirkirin, wê ev zehmetî derbas nebin, wê ew pirsgirêkên ji çiyayan mezintir derbas nebin.”