"Civîna Riyadê ne di berjewendiya gelê Sûriyê de ye"

Hevserokê PYDê Salih Muslim dibêje ku tu encamek ji civîna Riyadê dernakeve û nabe çareserî jî bo aloziya ku niha li Sûriyê heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê PYDê Salih Muslim dibêje ku tu encamek ji civîna Riyadê dernakeve û nabe çareserî jî bo aloziya ku niha li Sûriyê heye.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li ser civîna paytexta Erebistana Siûdiyê ku dê di navbera 8 û 10ê Kanûnê derbarê Sûriyê de bê lidarxistin ji ANHAyê re axivî. Muslim da zanîn ku heta niha nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyê ji bo beşdarbûna civînê n hatine vexwendin.

Muslim got, civîna ku dê li ser banga Erebistana Siûdiyê li Riyadê bê lidarxisitn ne di çarçoveya berjewendiyên gelê Sûriyê de hatiye organîzekirin û wiha axifî: "Civîn li ser daxwaza hinek hêzên herêmî û navnetewî tê kirin. Civîn ne li gor rewşa siyasî û leşkerî ya li Sûriyê û herêmê ye."

Muslim, diyar kir ku nûnerên rast ên opozisyona Sûriyê yên çalak ji bo civînê nehatine vexwendin û îdîa kir ku tu cidiyeta civîna wan tune ye.

Muslim, destnîşankir ku PYD û partiyên din ên di bin sîwana TEV-DEM, herwiha Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk û YPGê de nehatine vexwendin û tu bangewazî ji wan re nehatiye kirin.

Li gor Muslim, civîna Riyad jî dê wekî civînên Cinêv û civînên din wê bêencam bi dawî bibe û dê nekeve xizmeta gelê Sûriyê: "Tu rêyên çareserkirina aloziya li Sûriyê di civînê de nehatine destnîşankirin. Herwiha ji bo gelê Kurd ku qurbaniyên mezin li dijî çeteyan dane tiştek ne hatiye diyarkirin."

Di dawiya axaftina xwe de Muslim, bang li hemû hêzên herêmî û navnetewî kir ku bi rastî berpirsyariyên xwe bînin cih û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê rêbazeke bi beşdarbûna hemû pêkhateyan peyda bikin daku dawî li şerê Sûriyê û rijandina xwîna gelê Sûriyê were.

Fly Erbil Advertisment