Parêzgarê Silêmaniyê: Divê Kurd di her rewşê de teba bin û navmala xwe rêk bixin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê ragihand, pêwîst e Kurd di her rewşê de teba bin û kar ji bo rêkxistin û yekxistina navmala xwe bikin.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir îro 25ê Mijdara 2026an, tekez kir ku divê karûbar li ser bingeha hikûmeta welatiyan, serweriya yasayê û pêbendbûna bi prensîbên destûrî bên birêvebirin. Ebûbekir got: “Di her rewşê de wisa dixwaze û divê baweriya me ya temam hebe ku rewş çawa be jî, divê Kurd teba bin, navmala xwe rêk bixin û yek bixin.”
Li gorî gotina Parêzgarê Silêmaniyê, pêwîst e her kes xwe wekî şirîk, beşdar û hevparê vê ax û niştimanê bibîne. Ebûbekir her wiha diyar kir ku dema wê yekê hatiye Kurd li xwe vegerin, rêzên xwe rêk bixin, armancên xwe diyar bikin û ji bo wan karê hevbeş bikin.
Heval Ebûbekir her wiha got: “Divê em piştrast bin ku rabirdûya me yek bûye, divê dema me ya niha yek be û paşeroja me yek e; ev rewş jî sûdeke girîng digihîne yekrêzî û tebayiya niştimanî û serxistina dozên me yên rewa.”
Parêzgarê Silêmaniyê pêwîstiya dûrketina ji tometbarkirina hevdu anî ziman û destnîşan kir ku bi bingeha yasayê, şefafiyetê, lêpirsînê û hikûmeta welatiyan, ew armanc dikarin bên bidestxistin ku di oxira wan de qurbaniyeke mezin hatiye dayîn.
Heval Ebûbekir ev qonax wekî berpirsiyariyeke mezin ji bo niha û paşerojê bi nav kir, da ku li hember nifşên niha û yên paşerojê, axa Kurdistanê û serweriyên wê heder nebin. Parêzgarê Silêmaniyê tekez kir: “Divê hemû bi hev re bin, pişta hev bigirin û dest di nav destê hev de van qonaxan bi serbilindî û serkeftî derbas bikin.”