Xwendekarên Kurd li Kerkûkê li dijî qedexekirina zimanê kurdî kom bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek xwendekarên Kurd li Peymangeha Teknîkî ya Kerkûkê, li dijî biryara Wezareta Xwendina Bilind a Hikûmeta Iraqê ya ji bo qedexekirina bikaranîna zimanê kurdî di ezmûnan de, nerazîbûn nîşan didin û daxwaza hilweşandina wê rêkarê dikin.
Beşek ji wan xwendekaran îro Çarşemê, 25ê Mijdara 2026an, li ber peymangeha xwe kom bûn û ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihandin ku ev biryar li dijî destûra Iraqê ye û bûye sedema astengiyeke mezin ji bo xwendekarên Kurd, bi awayekî ku çarenivîsa bi sedan xwendekaran xistiye metirsiyê.
Xwendekareke keç bi nerazîbûn got: “Em nikarin bi zimanê erebî ezmûnan bikin, ji ber ku diwazdeh salên xwendina me bi zimanê kurdî bûye û şarezayiya me ya temam di zimanê erebî de nîne. Em daxwazê ji Wezareta Xwendinê û parlamenterên Kurd dikin ku bi dengê me ve bên.”
Xwendekarekî din jî diyar kir ku ew komîteya ji bo çavdêriya ezmûnan hatiye, ji Mûsilê hatiye şandin û rê li ber xwendekaran digire ku bersivan bi zimanê kurdî binivîsin. Her wiha got: “Sala borî ti pirsgirêka me nebû, lê îsal ev biryar hatiye dayîn. Heta serokê peymangehê jî bi heman şêweyî daxwaz kiriye ku em bi erebî bersivê bidin.”
Xwendekaran tekez kir ku eger biryar neyê hilweşandin, ew ê neçar bimînin beşdarî ezmûnan nebin û ji ber vê yekê sala wan a xwendinê dê vala biçe.
Xwendekarekî din aşkere kir ku beşek ji xwendekaran ji tirsa cezaya derxistinê ji aliyê rêveberiya peymangehê ve, nehatine nav xwepêşandanê, tevî ku mafê wan e bi zimanê dayikê bixwînin û ezmûnên xwe bikin.
Beşdarên kombûnê hişyarî dan ku armanca van rêkaran lawazkirina pêgeha zimanê kurdî û dirustkirina astengiyan e li pêşiya xwendina xwendekarên Kurd li Kerkûkê û navçeyên veqetandî.