Li Nisêbînê 2 welatiyan canê xwe ji dest dan

Li Nisêbîna Bakurê Kurdistanê alozî berdewam e, di encama şer û pevçûnan de 2 welatiyan canê xwe ji dest dan û 6 polîs birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Nisêbîna Bakurê Kurdistanê alozî berdewam e, di encama şer û pevçûnan de 2 welatiyan canê xwe ji dest dan û 6 polîs birîndar bûn.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku vê sibê cara 5emîn li 4 taxan qedexeya derketina ji malan hatibû ragehandin, piştî qedexeyê hêzên ewlekariyê demjimêr 06:00an li dijî kolandina xendekan dest bi operasyoneke berfereh kirin. 

Zirxpoşeke polîsan dema derbas dibû bombeyek hate teqandin û di encamê de 6 polîs birîndar bûn.  

Şer û pevçûn heta piştî nîvro jî ber xwe da, di encama êrîşê de jî, 2 welatiyan li cihê êrîşê canê xwe ji dest dan.

Li gorî çavkaniyên herêmî, welatiyên ku xwestine herin ser cenazeyan û alîkariya birîndaran bikin rastî êrîşa polîsan hatine.