Li Mahabadê xwendina bi zimanê Kurdî dest pê dike

Hat ragihandin ku Hikûmeta Îranê biryar da ku li zanîngeha bajarê Mehabadê zimanê Kurdî were xwendin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Hat ragihandin ku Hikûmeta Îranê biryar da ku li zanîngeha bajarê Mehabadê zimanê Kurdî were xwendin.

Parlamenterê Kurd û nûnerê bajarê Mehabadê li Parlamentoya Îranê, Osman Ehmedî aşkere kir ku destûra xwendina zimanê Kurdî li Zanîngeha Îslamî ya Mehabadê hatiye dayîn û got, di demeke kin de dê zimanê Kurdî were xwendin.

Ehmedî behsa çawaniya derketina wê destûrê kir û got: “Min û komek parlamenterên Ormiyê bi rêveberê giştî yê Zanîngeha Îslamî ya Îranê re hevdîtin kir. Min di civînê de pêşniyar kir ku zimanê Kurdî li Zanîngeha Îslamî ya Mehabadê were xwendin, wî jî pejirand.”

Ehmedî herwiha ragihand, di wê civînê de destûra wê jî hat dayîn ku zimanê Azerî jî li Zanîngeha Îslamî ya Ormiyê were xwendin.

Li Zanîngeha Îslamî û Zanîngeha Kurdistanê yên bajarê Sine jî zimanê Kurdî tê dayîn. Destûra wê jî sala par hatibû dayîn.