li Reqayê 32 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Di êrîşeke esmanî de li derdora bajarê Reqayê bêhtirî ji 70 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Di êrîşeke esmanî de li derdora bajarê Reqayê bêhtirî ji 70 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro, 6 Kanûnê, ragihand ku, Di êrîşeke esmanî de li derdora bajarê Reqayê (Sûriyê), ku tê gûmankirin ji aliyê firokeyên hevpeymaniya navdewletî ve hatibe kirin, bêhtirî ji 70 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangehê derbarê cihên ku hatiye armanckirin de diyar kir ku, li bakur û rojhilat û başûrê rojhilata bajarê Reqayê pêgehên DAIŞê bûn armanca wan firokeyan û diyar kir ku 32 çekdar hatin kuştin û bêhtirî ji 40 çekdarên din jî birîndar bûn. 

Li gor rewangehê firokeyan bêhtirî ji 15 caran pêgehên DAIŞê bombebaran kirin.

Bajarê Reqayê navenda DAIŞê ya sereke ye li Sûriyê, ji mehekê ve firokeyên hevpeymaniya navdewletî êrîşên xwe li wî bajarî zêde kirine, bi taybet jî Fransayê.