Elmanya çekên nû şandin ji Hêzên Pêşmerge re
Hêjayê gotinê heta niha Elmanyayê 60 ton çek şandine ji Herêma Kurdistanê re.
K24 - Navenda Nûçeyan
Bi mabesta şerê li dijî DAIŞê Elmanya piştevanî û alîkariya xwe bo Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê zêdetir dike û çekên nû yên Mîlan yên şandin ji Herêma Kurdistanê re.
Di vê derbarê de Wezareta Berevaniyê ya Elmanyayê ragehand ku Almanya li ser piştgiriya Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dê berdewam be ji ber vê yekê jî barekî din a çekên Mîlan ji Herêma Kurdistanê re hatiye şandin.
Berî niha di Cotmeha borî de Elmanya bo şerê dijî DAIŞê hejmarek çekên corê Mîlan şandibûn ji Herêma Kurdistanê re.
Wezîra Berevaniyê ya Elmayayê Ursula von der Leyen, dabû zanîn ku ew çekên Mîlan ên ku ji Herêma Kurdistanê re şandine po pêşketina Hêzên Pêşmerge ye di şerê dijî DAIŞê de.
Hêjayê gotinê heta niha Elmanyayê 60 ton çek şandine ji Herêma Kurdistanê re.