Guman heye ku bûyera kuştina Elçî were zelal kirin

Ceribandinên rabirdû û egera ku destên ji nav dewletê di bûyerê de hebin; gumana zelalnekirina kuştina Elçî û wek kiryar nediyar hiştina buyerê zêde dike.

K24 - Diyarbekir

Piştî ku Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî hat kuştin, malbata wî û BAROya Diyarbekirê daxwaza zelalkirina kuştina wî kiribûn. Lê ceribandinên rabirdû û egera ku destên ji nav dewletê di bûyerê de hebin; gumana zelalnekirina kuştina Elçî û wek kiryar nediyar hiştina buyerê zêde dike.

Di lêkolîn û lêpirsînên bûyera kuştina Tahîr Elçî de, 3 car Serdozgerê Komarê yê Diyarbekir, bi hinceta ku ewle nîne hewldanên xwe nîvco hiştin û lêkolînên pêwist nekirin. Di raporeke ku li ser mijarê di rojnameya Radîkalê de hatiye weşandin, bal tê kişandin ku polîsên din di nav bûyerê de ne, wek tawankar na, lê wek şahîd îfadê wan hatiye wergirtin. Disa bal tê kişandin ku îfadeyên polîsan û rastiya ku di dîmennan de tê dîtin bi hev re nakok in û serdozger jî, pirs li ser wan nakokiyan nekiriye.

Parêzerên BAROya Diyarbekirê jî, ragihandibûn ku, ew dixwazin bi dozger re dozê bişopînin, lê ligel ku nepenî li ser dosyayê tune jî, dosye bo parêzeran nayê nîşandan.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûdoglû, li ser bûyerê ragihandibû ku dê berpirsên bûyerên bên dîtin û ceza kirin. Davûdoglû dabû zanîn ku ew kes kî dibin bila bibin dê bên derxistin û ceza kirin. Lê Cigirê serokê Partiya Komarî ya Gel CHPê Sezgîn Tanrikûlû, ji Kurdistan24ê re ragigandibû ku ew ji ronkirin û cezakirina berpirsan bi gumanin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahadîn Demirtaş jî, bal kişandibû ser wê yekê ku eger yê kuştî Kurd be û kujer jî dewlet be bila kes li benda dadweriyê nemîne. Lêkolîn û lêpirsîna li ser kuştina Tahîr Elçî didome, gumanên pêkhatina encameke dadwerî jî bi heman awayî didome.