Şêrzad Yezîdî: Siudiyê piştgîriya terorê dike
Nûnerê Kantonên Rojava li Herêma Kurdistanê radigehîne ku ti encam di kongreya Riyadê de nayê der, kongreya Dêrikê nûnertiya gelê Sûriyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê Kantonên Rojava li Herêma Kurdistanê radigehîne ku ti encam di kongreya Riyadê de nayê der, kongreya Dêrikê nûnertiya gelê Sûriyê dike.
Nûnerê Kantonê Rojavayê Kurdistanê, Şêrzad Yezîdî îro 8 Kanûnê tevlî bultena K24ê bû û ragehand ku, ti sûde di kongerya Riyadê de nîne, ji ber ku Erebistana Siudiyê piştgîriya grûpên mîna Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam “yên terorîst” li Sûriyê dike.
Kongreyê Riyadê , dê şandeyeke yekgirtî ya opozîsyonê hilbijêre, ji bo ku di civînên navdewletî de danûstanê ligel şandeya rejîma Sûriyê bike û li ser bingehên qonaxa veguhêz rêkevin û wê qonaxê birêvebibin.
Yezîdî got jî ku “niha ew grûpên terrorîst êrîşî Efrînê dikin û ew dorpêç kirine, herwiha êrîşî hemû destkeftên Rojavayê Kurdistanê dikin.”
Yezîd amaje bi kongreya ku niha li Dêrika Rojavayê Kurdistanê birêve diçe kir û got ku, ew kongreya demokratîk e, ku nûnertiya gelê Sûrî dike.
Kongreyê Dêrikê di bin navê (Kongreyê Sûriyeye Demokratîk bo Hêzên Opozîsyonê) de îro, 8ê Kanûnê, bi beşdariya çend aliyên siyasî yên Kurd, Ereb û Xirîsatiyan tê lidar xistin.
Yezîdî got jî, “Em hêzeke serekî ne li ser axê, hevrêziya me ligel Amerîka, Rûsya û gelek welatên di hene.”
Yezîdî diyar kir ku, zincîreyek ji civîn û kongreyên derbarê krîza Sûriyê de birêve çûn, lê hemû bê encam bûn, ji ber ku Kurd tê de beşdar nebûn.