Merkel wek kesayetiya salê hat hilbijartin

Govara Time ya Amerîkî diyar kiriye ku, biwêriya li cem Merkel li cem ti serkirdeyekî din nîn e.

K24- Navenda Nûçeyan

Govara Time ya Amerîkî, Şêwirmenda Elmanî, Angela Merkel weka kesayetiya salê hilbijart.

Rêvebera weşanê li govara Time, Nancy Jeeps ragehand ku, Angela Merkel (61 sal) helwestên berçav himber krîza Yonanistanê û krîza penaberan û metirsiyên DAIŞê de standin e.

Jeeps got jî: “Dibe ku hûn ligel me bin yan na, lê ew rêyên hêsan hilnabijêre (…) rastiya serkirdeyan wê demê derdikeve ku gelê wan li dijî wan radiwestin.”

Berpirsa govarê da zanîn jî ku, tişta Merkel ji welatê xwe xwestiye, praniya serkirdeyên siyasî newêrîbûn ji welatê xwe bixawzin.

Lewma wek kesyetiya sala 2105an hat hilbijartin.

Piştî ku Şêwirmenda Elmanî, Angela Merke biryar da deriyan li pêş penaberan veke, nêzîk 1 milyon penaber derbasî wî welatî bûn, vê yekê jî bereyek berfireh li Elmanyaya li dijî Merkel vekir, lê her ji biryara xwe nehat xwar.