ENKS: Serdana Barzanî bo Tirkiyê girîng e

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh serdana Tirkiyê kir û ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu civiya.

K24 - Qamişlo

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Tirkiyê bilind nirxand û ragihand ku serdaneke girîng e.

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Namet Dawid ji K24ê re got ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Tirkiyê giring e, ji ber ku roleke wî ya mezin di proseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê de heye.

Dawid da zanîn ku serdana Barzanî bo Tirkiyê ne tenê bo Kurdên Tirkiyê lê bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî girîng e ji ber niha Kurdistan bi giştî di qonaxeke hestyar de derbas dibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd  Barzanî duh serdana Tirkiyê kir û ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu civiya.