Fîdan û Sînîrlîoglu serdana Bexdayê dikin
Davutoglu ragehand ku Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Misteşarê Wezareta Derve Ferîdun Sînîrlîoglu dê serdana Bexdayê bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ragehand ku Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Misteşarê Wezareta Derve Ferîdun Sînîrlîoglu dê serdana Bexdayê bikin.
Piştî civîna xwe ya ligel Serokê Herma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Davutoglu got: "Hebûna me ya li Iraqê ji bo pêkanîna aramiya vê herêmê ye. Ji ber ku em naxwazin bi DAEŞê re bibin cîran. Ji bo ku em bi DAEŞê re nebin cîran divê Hewlêr bihêz be. Em dê ji bo vê yekê her awayê piştgiriyê hem bidin Iraqê hem jî Herêma Kurdistana Iraqê."
Davutoglu herwiha ragehand ku Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Misteşarê Wezareta Derve Ferîdun Sînîrlîoglu dê serdana Bexdayê bikin.