Serdana Barzanî bo Tirkiyê deng veda
Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanê bo Tirkiyeyê deng veda, bi taybetî hebûna Alaya Kurdistanê di hevdîtinan de.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanê bo Tirkiyeyê di medya Tirkiyeyê de deng veda. Gelek xalên girîng ên serdanê tên behs kirin. Yek ji wan jî di hevdîtinan de hebûna Alaya Kurdistanê ye.
Serdana Barzanî li Tirkiye û cihanê deng veda. Derketina qeyrana navbera Tirkiye û Rûsyayê. Bi vê re girêdayî hatina leşkerên Tirkiye bo Mûsilê û tengezariya navbera Tirkiye û Iraqê. Her wiha giranbûna rewşa Sûriye û aloziyên Bakurê Kurdistanê jî girîngeyeke mezin dide vê serdanê.
Li gel vana corê pêşwazîkirinê jî balê dikşîne. Ev yek jî di hevdîtina Serok Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyeyê de danîna Alaya Kurdistanê bû. Vêna di medya Tirkiyeyê de cihê xwe girt.
Rojnameya Hurriyetê vê yekê wek: Bi wêne peyama hevdîtina Barzanî binav kir. Milliyetê bi biryarbûna hemberî terorê, pênase kir.
Rojnameya Mîlatê bi manşeta "Serdana stratejîk" nûçe gihan xwênerên xwe. Starê bi manşeta "Bo cîhanê peyam" nûçe belav kir
Li gor rojnameya Turkiye; Serdaneke "krîtîk" bû. Li gor Yenî Şefaq jî; Mijara sereke DAIŞ e.
He wiha gelek malper û nivîskaran jî rûpelên xwe bo serdanê veqetandiye û balê dikşînin ser peyama hebûna Alaya Kurdistanê.
Serok Barzanî jî di vê derbarê de got: "Koşka serokatiya Tirkiyê ku navê Kurdistanê qebul nedikir. Bi Alaya Kurdistanê pêşwaziya me kir."