Wênegira DHA bi wêneyê Alan Kurdî xelat wergirt

Wêneyê Alan Kurdî ji aliyê kovara navdar a TIME'ê ve bi navê "Wêneyên ku îsal herî zêde bandor kirine" cihê xwe girt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wêneyê Alan Kurdî ji aliyê kovara navdar a TIME'ê ve bi navê "Wêneyên ku îsal herî zêde bandor kirine" cihê xwe girt. Wênegira DHAyê Nîlufer Demîr bo wî wêneyî hat xelatkirin.

Alan Kurdî ku tevî malbata xwe ketibû "Rêvîtiya Hêviyê" û berê xwe dabû welatên Ewropayê li Tirkiyeyê Deryaya Egeyê jiyana xwe ji dest da. Wêneya Alan Kurdî ku ji hêla wênegir Nîlufer Demîr ve hatibû kişandin li cîhanê deng vedabû. Gelek serok û rêveberên cîhanê hasten xwe derbarê Alan Kurdî, trajediya penaber û Kurdan anîbû ziman.

Ev dîmen vê carê di nav 100 wêneyên herî bi bandor yên cîhanê de cihê xwe girt û Demîr jî hat xelatdarkirin.

Di TIME'ê de her wiha wêneyên şerê Sûriye, Efxanîstan, Iraq û welatên Afrîka jî cihê xwe girtin.