Emel Hîcazî li ser Alan Kurdî stranek got
Hunermendeke Ereb li ser Alan Kurdî, ku havîna îsal di deryayê de xeniqî, stranek got.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hunermendeke Ereb li ser Alan Kurdî, ku havîna îsal di deryayê de xeniqî, stranek got.
Hunermenda Ereb Emel Hîcazî, li ser zarokê Kurd Alan Kurdî, stranek got. Navê wê stranê, “Fîn Demîr ya Beşer” (Ka wîjdanê te ey mirov!) e.
Ew hunermenda Ereb, li ser wê stranê dibêje, dîmenên xeniqîna Alan Kurdî bû sedema jidayîkbûna vê stranê. Stran li ser şer û malwêraniyê ye.
Emel Hîcazî her wiha dibêje, ew di dema tomarkirina stranê de çend caran giriya ye. Her pevyeke vê stranê ji nav dilê wê derketiye ji ber wê jî wiha hest dike dê gelekî were guhdarî kirin.