HDP: Ligel Barzanî me qala hevkariya navbera Kurdan kir

HDPê da zanîn ku hevdîtin nêzîka saetekê berdewam kiriye û geşedanên li navçeyê, rewşa Sûriyê, gefa DAIŞê û mijara hevgirtina Kurdan hatine nirxandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

HDPê derbarê hevdîtina şanda xwe ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de daxuyaniyek belav kir.

HDPê da zanîn ku hevdîtin nêzîka saetekê berdewam kiriye û di hevdîtinê de geşedanên li navçeyê, rewşa Sûriyê, gefa DAIŞê û mijara hevgirtin û peywendiyên di navbera Kurdan de hatine nirxandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya gera xwe ya Enqerê de doh ligel şandeke HDPê civiyabû. Di hevdîtinê de Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag, parlamenter Osman Baydemîr, Dengîr Mîr Mehmet Firat, Leyla Zana, Cîgirê Berpirsê Têkîliyên Derve yê HDPê Nazmî Gur û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Tirk amade bûn.