Kerry: Em rijd in bo temamkirina proseya siyasî li Sûriyê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê encamên Kongreya Riyadê ya opozîsyona Sûriyê bi “Erênî” binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê encamên Kongreya Riyadê ya opozîsyona Sûriyê bi “Erênî” binav kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry duh 10 Kanûnê di daxuyaniyekê de, Kongreya Riyadê ya opozîsyona Sûriyê bi “Erênî” binav kir û rgehand ku, lihevkirina li ser pirensîpên piralî û dîmokrasiyê û çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re encamên baş yên wê kongreyê ne.

aliyên opozîsyona Sûriyê (opozîsyona hundir, opozîsyona derve û opozîsyona çekdar) li paytexta Erebista Siûdiyê, Riyad, kongreyê xwe lidar xistin.

Kerry amaje kir ku, tevî girîngiya encamên Kongreya Riyadê lê kar hîn temam nebûye û got: “Ew dizanin ku karê li pêş me dê dijwar be, lê em rijd in bo temamkirina proseya siyasî ne.”

Di daxuyaniya dawî ya Kongreya Riyadê hat ku, beşdarbûyên kongreyê li ser “tîma danûstankar” bi rêjîmê re rêkeftine, herwiha dê biryara derbarê çawaniya danûstandinê ligele şandeya rejîma Sûriyê di dest wan kesan de be.

Fly Erbil Advertisment