Tirkiye bi binpêkirina mafên mirov tê tohmetbar kirin
Parlamenter dibêjin ku Tirkiye di warê mafên mirovan de gelekî paş de maye û roj bi roj binpêkirina mafên mirovan zêde dibe.
K24 - Enqere
Parlamenteran bi boneya Roja Mafên Mirovan daxuyanî dan û gotin Tirkiye di warê mafên mirovan de gelekî paş de maye û roj bi roj binpêkirina mafên mirovan zêde dibe.
Tirkiye yek ji wan dewletan e ku her tim bi binpêkirina mafên mirovan tê rojevê. Partiyên siyasî jî di roja mafên mirovan de xwestin balê bikişînin ser zext û fişara dewletê ya li ser welatiyan.
Parlamenterê HDPê Ertugrul Kurkçu derbarê qedexeya derketina derve a li bajarên Kurdan de axivî û got li Bakurê Kurdistanê jiyana welatiyan di xeterê de ye û azadî û mafên wan ên rewa roj bi roj tên binpêkirin: "Li Diyarbekirê, li Wanê, li Şırnakê û li Geverê bi rojan qedexekirina derve tê ragihandin û ev yek li dijî mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye. Hêzên ewlehiyê bi rê û rêbazên şer tevdigerin û nabejin ev jin e an zarok e, sivîlan dikujin."
Parlamênterê AKPê yê Stenbolê û Serokê Komisyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a li Parlamentoyê Mustafa Yeneroğlu got derbarê mafên mirovan de kêmasiyên Tirkiyeyê hene û pêdivî bi avêtina hin gavan hene: "Bi taybetî li welatê me, sûcê nefretê û nijadperestî heye. Derbarê van sûcan de divê di zagonan de sererastkirin werin kirin û herwiha di daraz û rêvebirinê de jî divê guhertin pêk werin."
Endamên Komisyona Lêkolinkirina Mafên Mirovan a li Parlamentoyê jî diyar kirin ku pêwîste hemû welat, hemû netew, her mirov li gor Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî tevbigerin û rêzê li mafên rewa ên mirovan bigirin.

